Tûnûsê bertekeke tund nîsanî Erdogan da!

06 April 2022 14:32 0 dîtin
Tûnûsê bertekeke tund nîsanî Erdogan da!

PeyamaKurd-Wezîrê Karê Derve yê Tûnûsê li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ên di derbarê fesihkirina parlamentoya wan de bertekek tund nîşan da û got, ev destwerdana karên wan ên navxweyî ye.

Beriya hefteyekê Serokomarê Tûnûsê Qeys Seîd bi biryarnameyekê erkên xwe dorfireh kiribû û erka rêvebirinê bi temamî bi xwe ve girêdabû. Recep Tayîp Erdogan jî gotibû; “Feshkirina parlementoyeke hilbijartî ji bo pêşeroja Tûnûsê bi fikar e û ev yek li dijî vîna gelê Tûnûsê derbe ye.”

Wezîrê Karê Derve yê Tûnûsê Osman Cerendi bersiva vê rexneyê da û got: “ Tûnûs hewil dide bi welatên nêzîk re têkiliyên baş bike. Lê belê girêdayiyê serxwebûna biryarên xwe ye û destwerdana li serweriya xwe red dike.”