Fransayê bertek nîsanî Erdogan da: Em gotinên tundî û nefretê red dikin

05 November 2020 15:50 0 dîtin
Fransayê bertek nîsanî Erdogan da: Em gotinên tundî û nefretê red dikin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, bertek nîşanî gotin û peyamên Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan da ku piştî qedexekirina tevgera Gurebozên Tirk li Fransayê bertek nîşanî Fransayê dabû.

Le Drian li ser daxuyaniyên vê dawîyê derbarê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Fransayê de got, “Erdogan bi berdewamî gotinên nefret û tundiyê tîne ziman ku em van red dikin.”

Piştî ku doh Fransayê bi fermî Gurebozên Tirk qedexe kir, Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihandibû ku ew dê bersiva wê pêngavê bidin.

Tevgera Gurebozên Tirk hefteyek berê, li herêma Decines a Fransayê, Peykerê Tevkujiya Ermenan bi boyaxê xirab kiribûn li ser jî navê Erdogan (RTE) nivîsandibûn. Herwiha Gurebozan nivîs û pankartên nijadperestî li navenda pêşandana Qira Ermenan daliqandibûn.

Piştî wê jî Fransayê biryara qedexekirina wê tevgerê derxist û doh 4ê Mijdarê jî hikûmeta Fransayê qedexe pesend kir.