Fazil Say bertek nîsanî gotinên Meral Aksenerê yên li ser HDPê da
PeyamaKurd – Pîanîstê navdar Fazil Say bertek nîşanî gotinên Seroka Îyî Partiyê Meral Akşener a ku gotibû, "CHP dikare bi HDPê re hevdîtinê bike, lê tu carî nikarin bînin ser maseya ku em lê ne" da.
Seroka Partiya Baş Akşener a ku beşdarî bernameya Fatîh Altaylî ya Haberturkê bû got, "Divê her partiyeke siyasî rêzê li têkiliyên partiyên siyasî yên bi hev re bigire. Ne mimkûn e ku weke wezaretê bazirganiyê bikin. Diyalog tiştekî din e. Ez li dijî fêlbaziyê me. Ji rastgoyibûn û vekirîbûnê hez dikim. CHP dikare bi HDPê re hevdîtinê bike, ev eşkere ye. Lê qet nikarin bînin ser maseya ku em lê ne."
Pîanîst Fazil Say li ser Twitterê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî daxuyaniyên Akşener da.
Fazil Say gotinên Akşener bi van gotinan rexne kir:
"Guhdarî bike Meral Akşener:
Dendêrê partiya we jî bi milyonan e; yê HDP jî bi milyonan dengdêrê wê hene!
Daxwazên dengdêrên partiya we hene ji ber ku mirov in û ji ber ku mirov in daxwazên wan hene; ev xwezayî ye.
Hilbijêrên HDPê jî mirov in. Daxwazên wan kesan jî hene ji ber ku mirov in; ev xwezayî ye.
Li cîhanê kes nikare bêje 'Bila daxwazên wan neyên ser maseyê'. Ev yek wê bibe nemirovî, dij siyasetê. Vê yekê baş fêm bikin. Dev ji vê helwesta ku li pêşiya Tirkiye, ciwan, pêşeroj û yekitiyê asteng dike berdin.
Kiliçdaroglu bi salan e di vê dubendiyê de ye. Aliyek gur e, aliyek berx e…
Şerm e!
Vê cudakariyê nekin, rê li ber tifaqê vekin; Bêsînor vekin, ji bo mirovan!
Nekin!
Ji ber ku mirov in, dibe ku daxwazên wan hebin an nebin. Ew qas nerm in ku dibêjin 'Daxwazek me jî tune'. Dilê xwe vekin û bila ewqas jî bibe!
Bes e!"

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin