Tirkiyê bertek nîsanî gotinên Pompeo da

04 January 2019 20:20 0 dîtin
Tirkiyê bertek nîsanî gotinên Pompeo da

PeyamaKurd - Berdevkê Wezîrata Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo da ku gotibû, ‘Em ji bo qetla Kurdan nekin’ bi Tirkiyê re hevdîtinan berdewam dikin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku Tirkiye hemû gelên Sûriyê hembêz dike, wan vedihewîne nav xwe û got, "Em gotinên Pompeo red dikin. Dê Tirkiye di parastina mafên Kurdên Sûriyê de berdewam be.”

Berdevkê Wezareta Tirkiyê herwiha ji bo daxuyaniyên Pompeo got ku ew ji wan gotinan bi fikar in û diyar kir, nabe ku wezîrê Amerîkayê Kurdan û PYD/YPGê wekî hev bibîne.