Qeys el-Gazali bertekê nîsanî daxuyaniyên Tirkiyê yên li ser Kerkûkê da

06 September 2023 00:12 0 dîtin
Qeys el-Gazali bertekê nîsanî daxuyaniyên Tirkiyê yên li ser Kerkûkê da

PeyamaKurd – Yek ji serpereştên Şîa yê bi navê Qeys el-Xezalî li ser daxwuyaniyên Tirkiyê yên di derbarê Kerkûkê de, di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser X (Twitter)ê de daxwuyanî da û got:

“Em ji Kerbela Îmam Huseyîn radigihînin. Kerkûk yê Iraqê ye û Turkmen jî. Mafê ti kesî tine ku destê xwe bixe nav karên me.”

El-Xazali serokê grûba Asayîb Ehlî Heq e ku di bin sîwana Haşdî Şabî de bi tundî terefdarê Îranê ye, carna çekdare û carna bi egalê serê xwe digere.

El-Gazalî daxwuyaniya xwe piştî ku wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan seredana Îranê kir û bi wezîrê karên derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan re li Tehranê hevdîtin kir, li Tehranê Fidan behsa bûyer û Turkmenên li Kerkûkê kiribû, da. Fidan weha gotibû:

“Turkmen ûnsûrê damezrêner û eslî yê Kerkûkê ne û bûyerên li Kerkûkê em bi endîşe û xemgînî dişopînin. Li Kerkûkê divê her grûbên etnîkî karibe xwe îfade bike û di asta rêvebiriyê de tevlî îdarê bibe. Parastina mafên Turkmenan ji bo me girînge û divê nebe mijara bazara siyasî. Em ê her wext mafê Turkmenên Kerkûkê biparêzin.”

Dema Erdoğan ji Soçiyê ji hevdîtina Putin dadigeriya, li ser mijara Kerkûkê daxwuyanî dabû û gotibû:

“Divê rewşa Kerkûkê ji terefê wezîrê karên derve Hakan Fidan û serokê MİTê İbrahim Kalın ve bê şopandin. Divê ji tevgerên ku aştî û aramiya Kerkûkê xerab dikin, mirov dûr bisekine. Her tevgera ku demografiya Kerkûkê xerab bike, tê vateya ku yekîtiya axa Iraqê xerab dike. Kerkûka welatê Turkmenan, bi sed salaye ku ji çandên cuda pêkhate di nav aştiyê de, tê de dijîn. Em ê îznê nedin ku kes hûzûra vê erdnîgariyê û yekîtiya wê xerab bike.”