Rûsyayê bertek nîsanî daxuyaniyên Trump ên li ser Xezzeyê da
PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê DYA'yê Donald Trûmp ên der barê Şerîda Xezzeyê de da û got, "Ev yek wê li herêmê aloziyê zêdetir bike."
Rûsya bertek nîşanî gotinên Trump ên ku gotibû "Xezzeyî dikarin li welatên din bên bicihkirin" û "DYA wê Xeta Xezeyê bigire" da.
Zaxarova daxuyaniyên Trûmp weke "şok" bi nav kir û got ku ew ê li Rojhilata Navîn rageşiyê zêdetir bikin.
Wê herwiha got: "Niha ya sereke ew e ku alîkariyên mirovî yên pêwîst pêşkêşî hemû kesên hewcedar bikin. Em di wê baweriyê de ne ku karê sereke îro misogerkirina cîbicîkirina rêkeftinên di navbera Îsraîl û Hamasê de ye.
Di qonaxa heyî de, her argumanên populîst, absurd an şokê ji bo tedbîrên demkî yên din berevajî ne û wê beşdarî çareserkirina pirsgirêkê nebin. Ew ê alozî û hemû pirsgirêkên li herêmê zêdetir bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin