Rûsyayê bertek nîsanî Trump da: Trump hiqûqa navdewletî binpê kir
PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîya Zaxarova dîyar kir ku daxuyanîya Serokê Amerîkayê Donald Trumpa a ku dibêje, ‘êdî dem hatîye em serwerîya Îsraîlyê li Girên Golanê nas bikin' weke binpêkirina hiqûqa navdewletî şîrove kir.
Zaxarova ji Kommersant FMê ra axivî, “wekî tê zanîn biryara Rûsyayê ew e ku Girên Golanê aîdî Sûrîyê ne.
Ev yek bi biryara sala 1981ê û qanûna hejmara 497an a Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî (KENY) jî hatîye pesendkirin. Lewra bi ya me Îsraîlê bi awayekî neqanûnî Girên Golanê dagîr kiriye, nabe ku li zêdekarîyê bike. Herweha di vî warî da biryara Rûsyayê naguhere.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku dema wê yekê hatîye ku ew serwerîya Îsraîlê li Girên Golanê binasin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin