Tirkiyê bertek nîsanî gotinên serokkomarê Fransayê da
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Trikiyê Hami Aksoy derbarê gotinên Serokkomarê Fransayê de ragihand ku “Ew, gotinên Macron biberketineke kur pêşwazî dikin.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Trikiyê Hami Aksoy, li ser gotinên serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, daxuyaniyek belav kir û ragihand, ku ew wan gotinên Macron ên di derbarê pêwndiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropa de biberketineke kur pêşwazî dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li heyameke ku Tirkiye derbasî sîstema hikûmeta serokkomariyê bûye û di proseya bo endamtiya Yekîtiya Ewropa de pêşketin çêdibin ev gotinên Macron nîşan didin ku ku çiqas ji rastiyên Tirkiyê dûr in.
Herwiha hat gotin ku ku ne rast e ku Tirkiye weke dijberê Ewropa bê nîşandan û hat diyar kirin ku pêwendiyên Ewropa û Tirkiyê ji xwe stratejîk in lêbelê ev nabe alternatîfa endamtiya bo Yekîtiya Ewropa. Hat tekez kirin ku Tirkiye ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropa bibiryar e.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron duh li Qesra Elyese ya li Parîsê di civîna balyozên Fransayê de ku zêdetirî 250 dîplomat û pisporên têkiliyên navdewletî beşdar bûn de derbarê proseya endamtiya Tirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropa de axivîbû û gotibû ku ku divê dawî li vê proseya endamtiyê bê û ragihandibû ku divê li şûna endamtiyê bila weke li gel Rûsyayê hevalbendiyeke stratejîk li gel Tirkiyê pêk bê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin