Cîgirê serokkomar Oktay bertek nîsanî gotinên Biden da

24 April 2021 23:09 0 dîtin
Cîgirê serokkomar Oktay bertek nîsanî gotinên Biden da

PeyamaKurd – Piştî serokê Amerîkayê Joe Biden, bûyerên 1915 an yên di 24 ê nîsanê de destpêkiribûn weka ‘Komkujiya Ermeniyan’ û ‘bûyera mezin’ nîşan da, Tirkiyê bertekê nîşanî Biden da. Di serî de cîgirê serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu, wezîrê dadê Abdulhemit Gül û wezîrê perwerdê Ziya Selçuk bertekê nîşanî Biden dan.

Cîgirê serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay di ser hesabê xwe yê medya civakî de babetê weha ragihand:

“Em beyana bo bûyerên sala 1915 an ya serokê Amerîkayê Biden ku li ser bûyeran şirove kir, red dikin û ev bo hesabekî siyasî çewtnîşandana dîrokêye.

Beyana Biden li ser gotinên bê hîm yên Ermeniyan hatiye avakirin û ev izdiraba Tirkên ji aliyê Ermenan de hatine kuştin, ji aliyê milletê me û dîroka me de ti qiymeta wê nîne. Kesên bixwazin rastiyan bibînin, arşîvên me bo wan vekirîne.”