Serokkomariya Tirkiyê bertekê nîsanî Yekîtiya Welatên Ereb da
PeyamaKurd- Berpirsê danûsitendinê yê serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun li ser mijara daxuyaniya Yekîtiya Welatên Ereb ku li dijî operasyona ser Rojava derketin, bertekeka tund nîşan da. Altun di beyana xwe de weha got:
“Ew kesên ku ji herifandinên gundên Ereban aciziyê nakin, ji têkoşîna me ya li dijî terorê aciz dibin. Ew bo me şeref e.”
Altun, peyama xwe di ser hesabê xwe yê twitterê de bi zimanê Îngîlîzî belav kir. Di peyama xwe de got ku ew gotina ku ‘Tirkiyê rojavayê Sûriyê îşxal kiriye’ bi awayeka tund şermezar kir. Altun di peyama xwe de behsa derbeyên di welatên Ereb de dike, behsa pêşkêşkirina Qudsê dike, behsa kuştinên li Yemenê dike ku dengê ti welatekî Ereb bo wan dernakeve.
Hat ragihandin ku Qatar di belavokê de bi wan rehevkarî nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin