Ji Kurdan re gotibû 'haserat', Îtilafa Sûriyê bertek nîsanî gotinên sovenî da!
PeyamaKurd – Rêveberê Îtilafa opozisyona Sûriyê Abdullah Gedo li ser peyama twitterê ya rêveberê berê yê nav Îtilafê Tuggeneral Esad ez-Zabî ku gotinên şovenî yên wekî ‘nazîyan’ ji bo Kurdan kiribûn axivî û got, “Ez-Zabî li ser xeta rejîma Sûriyê dimeşe. Rejîmên nazî û beas tehemula nêrînên cuda nakin.”
Ez-Zabî li ser twitterê Kurd wekî ‘heşaretên ku divê qira wan bê anîn’ pênase kiribûn û mînaka ‘ji wan re Sedam bêjin bes e’ nîşan dabû.
Gedo bertek nîşanî gotinên Zabî da û got ku ew nûnertiya Îtilafa Sûriyê nake û diyar kir, “Niha pêwîstiya şoreşa Sûriyê bi biratî û yekrêziya hemû gelan heye.”
Abdullah Gedo herwiha gotinên Zabî wekî xwenîşandana zihniyeta şovenî ya erebî rave kir û got ku ew vê yekê wekî pirsgirêkeke derûnî dinirxîne û diyar kir, “Ez hizr nakim ku di bin van gotinan de niyeteke baş hebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin