ENKS: Nebûna Kurdan di diyaloga nistimanî ya Sûriyê de binpêkirina prensîba hevbesiyê ye
PeyamaKurd - Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihand, “Dûrxistina tevgera siyasî ya Kurdan ji diyaloga niştimanî binpêkirina prensîba hevbeşiyê ye.”
Hêjayî gotinê ye, Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê beyî hebûna Kurdan 11ê Sibata 2025an bi biryara Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera hate avakirin ku ji 7 kesan pêk tê.
Komîteyê îro 20ê Sibatê jî bi heman awayî li Şamê civînek kir ku hin nûnerên Hesekê beşdar bûn lê tevgerên siyasî yên Kurdan nehatibûn vexwendin.
Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Nebûna Kurdan binpêkirina prensîba hevbeşiya niştimanî û piştguhkirina rola pêkhateyeke sereke ya gelê Sûriyeyê ye”.
Daxuyaniya Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif bi vî rengî ye:
"Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê di çarçoveya diyaloga niştimanî de ji bo xelkê parêzgeha Hisîçayê 20ê Sibatê li Şamê civîneke diyalogê li dar xist.
ENKS diyar dike ku diyaloga niştimanî ya Sûriyeyê ji bo paşeroja welêt dergehekî bingehîn e lê dûrxistina tevgera siyasî ya Kurdan ji van civînan binpêkirina prensîba hevbeşiya niştimanî û piştguhkirina rola pêkhateyeke sereke ya gelê Sûriyeyê ye ku bi dehsalan rastî siyasetên cudakarî û dûrxistinê hatiye û di bin desthilata hemû rejîman de ji mafên xwe yên rewa bê par hatiye hiştin.
Her wiha tevgera siyasî ya Kurdan xwedî dîtineke temam e ku êş û azarên gelê Kurd nîşan dide û ji bo çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveyeke niştimanî ya giştî de çareseriyên pratîk pêşkêş dike.
Ti diyaloga niştimanî ya li ser paşeroja Sûriyeyê nikare cidî an berhemdar be heta ku beşdariya hemû pêkhateyan, di serî de gelê Kurd bi nûnertiya hêzên xwe yên siyasî nebe.
Diyaloga giştî ya li ser bingeha prensîbên hevbeşî û naskirina hevbeş, rêya yekane ye ji bo avakirina bingehên Sûriyeyeke nû ya ku li ser bingeha dad û rêzgirtina pirrengiya siyasî û welatîbûna wekhev dûr ji ti dûrxistin an piştguhkirina hêzên niştimanî hatiye avakirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin