Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê Newroza Kurdan pîroz kir

21 March 2025 10:40 0 dîtin
Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê Newroza Kurdan pîroz kir

PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê cejna Newrozê li Kurdên Sûriyê pîroz kir.

Di daxuyaniya Balyozxaneyê de ku roja Pêncşemê 20ê Adara 2025an hat dayîn, hat gotin ku “Em Cejna Newrozê li gelê Kurd yê Sûriyê bi hêviyên xwe yên ji dil pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Çawa ku Kawa yekemîn agirê Newrozê pêxist da ku mizgîniya rojeke nû nîşan bide, bila sala nû sala bi ronahiya, hêvî û soza biharê dagirtî be û bila sala we ya nû tije aştî, tenduristî û pêşketin be. Em Cejna Newrozê li gelê Kurd yê Sûriyê bi hêviyên xwe yên ji dil pîroz dikin."