Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê banga rawestandina êrîsên li ser Kurdan kir
PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya Şamê, komkujiya şeva Newrozê ya li bajarokê Cindirêsê yê Efrînê şermezar kir û banga rawestandina êrîşên li dijî sivîlan kir.
Balyozxaneya Amerîka li ser komkujiya şeva Newrozê ya li Cindirêsê ku 4 Kurd ji aliyê çekdaran ve hatibûn şehîdkirin peyamek belav kir û got: “Tundûtûjiya ku roja 20ê Adarê li Cindirêsê hatiye kirin, aramiya Sûriyê dixe metirsiyê.”
Balyozxaneya Amerîka bi rêya medya civakî, bang li hemû aliyan kir ku êrîşên li dijî sivîlan rawestînin û lêpirsînê derbarê vê komkujiyê de bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, şeva 20ê Adara 2023an li bajarokê Cindirêsê yê herêma Efrînê, hejmarek çekdarên grûpa Ceyş El-Şerqiye ji ber vêxistina agirê Newrozê, gule li malbateke Kurd a bi navê (Pêşmerg) reşandin û di encamê de 3 bira û kurê birayekî şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.
Li pey vê êrîşa hovane karvedanên tund çêbûn û nerazîbûn û xwepêşandanên berfireh li ser asta navxwe û derve pêk hatin. Kurdên herêmê daxwaza dadgehkirina tawanbaran li dadgeheke navdewletî dikin û dixwazin, çekdar ji nava gund û bajarên wan derkevin û rêveberiya herêma Efrînê jî ji xelkê herêmê yê resen re bê radestkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin