Barkirhan bertekeke tund sanî tayînkirina qeyûm a li Saredariya Akdenîzê da

13 January 2025 11:27 0 dîtin
Barkirhan bertekeke tund sanî tayînkirina qeyûm a li Saredariya Akdenîzê da

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di derbarê tayînkirina qeyûm a ji Şaredariya Akdenîzê de daxuyaniyek da û bertek nîşanî vê hewlê da.

Daxuyaniya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha ye:

“Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredarên me û endamên encumena Şaredariya me dîl hatin girtin. Ji bo şaredariya me ya ku bi vîna gelên  li Akdenîzê hatin hilbijartin, qeyûm hat tayînkirin.

Tayînkirina qeyûm a li şaredariya me ya Akdenîzê derbeke zelal a li demokrasiyê ye. Qirkirina siyasî ya hêviya gel a jiyana hevpar e. Em red dikin.

Dema ku ji aliyekî ve qala aştiya navxweyî tê kirin, li aliyê din jî desteserkirina vîna gel rawestana hiş û vajê ye. Em bang dikin ku di zûtirîn demê de dev ji vê rawestandina hiş û vajê bê berdan. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya demokratîk a li dijî mêtingerî, derbên li dijî demokrasiyê û dijminatiya li Kurdan mezin bikin. Zalim wê winda bikin, gel wê bi ser bikeve!”