Îmamoglû bertek nîsanî tayînkirina qeyûman da!

04 November 2024 12:04 0 dîtin
Îmamoglû bertek nîsanî tayînkirina qeyûman da!

PeyamaKurd – Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, derbarê tayînkirina qeyûmên danê sibê ya ji bo 3 şaredariyan de got, "Hikûmet kontrola xwe ji dest daye û di nava tevgerên nelihev û pûç de ye."

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro danê sibê derbarê tayînkirina qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Batmanê û Şaredariya Halfetiyê de daxuyanî da.

Îmamoglu got, "Hikûmetê kontrola xwe ji dest da û ber bi tevgerên nakokî û bêaqil ve diçe."

Îmamoglu di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:

"Li welatên demokratîk berdewamiya îradeya hilbijêran girîng e. Eger kesê ku hatiye hilbijartin ji wezîfeyê bê girtin, li şûna wî endamekî din ê hilbijartî yê Meclîsê tê bicihkirin. Desthilata hilbijartinê tenê ya hilbijêran e û nayê veguheztin. Ez vê êvarê ji Qahîreyê vedigerim ku ji bo Civîna Habitat a Neteweyên Yekbûyî hatim û sibê jî civîna awarte ya Komîteya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê li dar dixin."