Scholz bertek nîsanî desteserkirina Îmamoglû da

21 March 2025 08:32 0 dîtin
Scholz bertek nîsanî desteserkirina Îmamoglû da

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz bertek nîşanî desteserkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku tê payîn bibe namzetê Serokkomariyê yê CHPê, da.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, têkildarî desteserkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû daxuyanî da. Scholz diyar kir ku ev pêşketin ji bo demokrasiya Tirkiyeyê nîşaneke neyînî ye.

"Ev ji bo demokrasiya Tirkiyeyê rewşeke bi fikar e"

Scholz di axaftina xwe ya li Lûtkeya Serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ku roja Pêncşemê li Brukselê hat lidarxistin de desteserkirina Ekrem Îmamoglu rexne kir. Serokwezîrê Almanyayê diyar kir ku ev geşedan zexta li ser muxalefeta li Tirkiyeyê zêde kir.

Scholz di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ez dixwazim bi rêya rojeva heyî, li ser mijareke ku ji bo min pir girîng e rawestim. Di van salên dawî de ji bo başkirina têkiliyên Ewropa û Tirkiyeyê me gelek hewl da. Di vê çarçoveyê de desteserkirina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku siyasetmedarê navendî yê mûxalefetê ye, nîşanek pir û pir xirab e."

Serokwezîrê Almanyayê diyar kir ku ev geşedan ne tenê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo têkiliyên Ewropa û Tirkiyeyê jî dikare encamên cidî derxe holê.

Scholz bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku zextên li ser mûxalefetê kêm bike û pêşbaziya siyasî li ser bingehek qanûnî û adil were meşandin. Scholz destnîşan kir ku divê muxalefet bêyî ku di bin zextên darazê de bin, siyasetê bikin.

Herwiha got, "Pêwîst e Tirkiye rê bide avahiyeke siyasî ku muxalefet û hikûmet tê de hevrikiyê bikin, lê muxalefet ji aliyê dadweriyê ve neyê cezakirin."

Scholz diyar kir ku divê atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê di çarçoveya prensîbên demokratîk de pêk were û ev rewş rasterast bandorê li têkiliyên Ewropa û Tirkiyeyê dike.