Xwepêsandêrên Parîsê zerarê dan der û dorê û polîs bertekên tund nîsanî wan da
PeyamaKurd – Li Parîsê di wexta pîrozbahiya 1ê Gulanê de ji ber xwepêşandêr zerarê dan der û dora xwe, polîs bertekên tund nîşanî xwepêşandêran da û bi copan li wan xist.
Çalakvan xwestin perê herî kêm yên kakeran zêdetir bikin, mehaneyan zêde bikin û şertên xebatê baştir bikin. Destekvanên Fîlîstînê jî tevlî çalakvanan bûn û xwestin ku Fransa nema çekan bifroşe Îsraîlê.
Li Parîsê meşa 1ê Gulanê seet di 14.00an de li meydana Cumhuriyetê destpêkir. Ji ber destekvanên Fîlîstînê jî tevlî çalakiyan bûn di destê wan de alên Fîlîstînê hebûn. Her weha kesên êlekzer jî ketin nav meşê.
Di meşê de hinek kes maketa olimyatê şewitandin, camên rawestgeha otobusê şikandin û agir berdan bîdonên gilêşê.
Polîs ji çalakvanan 15 kesan xist binçav û nehişt bûyer zêde mezin bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin