Ji bo cotiyar zerarê nedin mal û canî 15 hezar polîs û cendirme hatin wezîfedarkirin
PeyamaKurd – Çend roje li Fransayê tevgerên cotiyaran yên li hemberê siyaseta çandiniyê ya hukumeta Fransayê dewam dikin û hem tevger gihaye heya Belçîkayê. Cotiyar bi tevgerên xwe dixwazin siyaseta çandiniyê û ya hawirdoriyê biguherînin.
Cotiyar, rêyên diçin Parîsê an ku bi 8 ciyan rêyan bi traktoran girtin û hinek rêyan jî bi balyên giya girtin. Hukumet ji bo çalakvan zerarê nedin mal û canî, 15 hezar cendirme û polîsan wezîfedar kir. Wezîrê karên hundir yê Fransayê Gerald Darmanin ragihand ku hêzên asayîşê li hemberê cotyaran bi hezir tevbigerin û nehêlin cotiyar mudaxele bi ciyên stratejik bikin. Darmanin got:
“Em ê îznê nedin ku zerarê bidin avahiyên hukumetê, daîreyên bacê, supermarket û kamyonên ku malên biyanî hildigrin û tînin Fransayê an wan bidin rawestandin.
Em ê nehêlin çalakvan zerarê bidin balafirgehên Parîsê ya Charles de Gaulle, balafirgeha Orly ya Rungisê û ya bazara navdewletî ya xidayê ya li başûrê welat. Me li ciyên navborî alavên zirxî yên polîsan daniye.”
Li welatê Belçîkayê jî cotiyar rêyên başîrê welat bi traktoran girtin û traktorên xwe danîn rex Parlementoya Yekîtiya Awrûpayê.
Tevî hukumeta Fransayê baca ser mazotê rakir jî, çalakvan nesekinîn, cotiyar li hemberê kirîna goştê dewaran ya ji Brezilya û Arjantinê dertên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin