Ziyanên canî yên erdhejê, gihîstin 31 hezar û 643an

13 February 2023 18:30 0 dîtin
Ziyanên canî yên erdhejê, gihîstin 31 hezar û 643an

PeyamaKurd- Di ser erdheja ku navenda wê Mereş bû tevî Mereşê bû sedema wêraniya 10 bajaran re 8 roj derbas bûn. Li gorî daneyên fermî yên ziyanên canî, hejmara miriyan ji 31 hezarî derbas bûye.

Li ser hejmara wendahiyên canî, ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) ve hat ragihandin ku saet ji 10.00ê vê sibehê ve hejmara miriyên ku ji bin kavilan hatine derxistin, gihîştiye 31 hezar û 643yan.

Li gorî hat ragihandin, 158 hezar û 165 mexdûrên karesata erdhejê ku bi giştî li 10 bajaran çêbûbû, hatine derxistin.

Her wiha ji aliyê saziya pêvana pileyên erdhejê ve jî hat ragihandin ku ji erdheja ku di 6ê Sibatê de çêbû û bi vir ve bi giştî 2 hezar û 724 erdhejên hûr çêbûne.