Ji ber lehiyê 86 kes mirin û ji 33 hezarî zêdetir malbat zerarê dîn

21 August 2024 23:33 0 dîtin
Ji ber lehiyê 86 kes mirin û ji 33 hezarî zêdetir malbat zerarê dîn

PeyamaKurd – Li bajarên rojavayê Yemenê li Hudeyde, Hacce û Rimayê bi sedema barana xwurt lehî rabû, ji ber lehiyê 86 kes mirin û  ji 33 hezarî zêdetir malbat zerarê dîn.

Li gor ajansa SABA ya Hûsiyan; serokê komîta destnîşankirina zerarên lehiyê Huseyin Maqbûlî û serokwezîrê hukumeta Hûsiyan Ahmed Galib er-Rahwî li sê bajarên ku lehî lê rabûye, li bajarên Hudeyde, Hacce, Rimayê raporekî zerarê amade kirine.

Li gor rapora navborî; li sê bajaran 86 kes mirine, 33 hezar û 123 malbat qismî an bi temamî zerarê dîne. Baran û lehî ji serê Tebaxê heya niha zerara mezin dane hemwelatiyan.