BBC: Di serê Ûkraynayê de ji 50 hezarî zêdetir leskerên Rûs mirine

18 April 2024 15:04 0 dîtin
BBC: Di serê Ûkraynayê de ji 50 hezarî zêdetir leskerên Rûs mirine

PeyamaKurd – Hate angaştin ku hejmara Rûsên ku di şerê Ûkraynayê de canê xwe ji dest dane ji 50 hezarî derbas bûye.

Ev angaşt ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Brîtanî BBCyê ve hate kirin.

Ajansê got ku “di sala duyemîn a şer de hejmara candanên Rûs, li gorî sala yekem ji sedî 25 zêde bûye.”

Servîsa Rûskî ya BBCyê, ligel koma medyaya serbixwe Mediazona û komek dilxwaz, ji Sebata 2022an vir ve bi qasî ku pêkan bûye mirinan tomar û piştrast kiriye.

Ajans radigihîne ku herî dawî di 16ê Pûşpera 2023an de hejmara miriyên Rûs ji 25 hezarî zêdetir bûne.

BBCyê bi agahiyên ji tîmên xwe, raporên fermî, rojname û agahiyên jêderên vekirî yên li ser medyaya civakî hatine ragihandin tomar kirine û gihîştiye vê encamê.

Ajans di nûçeya xwe de gotiye “Gorên nû yên li goristanên li Rûsyayê alîkariya fêrbûna navên gelek leşkeran kir. Di lêkolînan de derket holê ku di sala duyemîn a şer de zêdetirî 27 hezar û 300 leşkerên Rûsyayê cane xwe ji dest dane.