Herêma Kurdistanê bendeye di serê salê de ji 200 hezarî zêdetir gestiyar herin Kurdistanê
PeyamaKurd – Berdevkê rêvebiriya geştûguzariya Herêma Kurdistanê İbrahim Abdulmecid ragihand ku ji bo serê salê dest bi amadekariyan kirine û bendene ku di serê salê de li dora 200 hezar geştiyar seredana Kurdistanê bikin.
İbrahim Abdulmecid got ku amadekarî di du astan de dikin ku yek jê sektora giştiye ku di nav de asayîşa hundir, danîna kontrolên asayîşê ku ji aliyê hukumeta Kurdistanê de tên bicîhanîn. Ciyên kontrolê hatina geştiyaran hêsantir dike û prusudurên geştiyaran di nav deqîqeyan de temam dibin. Abdulmecîd weha dewam kir:
“Geştiyar dixwazin xweşiyên herêmê bibînin. Rêvebirên me yên giştî di astên cuda de komîteyan ava kirine. Ji van komîteyan yên herî girîng yên ciyên kontrolê ne. Tîmên hatine avakirin, bazarê jî kontrol dikin û esnafên bixwazin ji serê salê fêde bibînin û bihayên tiştan zêde bikin wê hişyariyê bidin wan.
Dema pêdiviya geştiyaran pê hebe, me ‘telefona têkiliyan’ daniye û dikarin lê bigerin. Temamê koordînasyonê hatiye kirin û otêl û xwaringeh êdî dikarin pêşwaziya mêvanan bikin.”
Di salaborî de 200 hezar kes seredana Kurdistanê kiribûn û îsal bendene klu zêdetir geştiyar seredana Kurdistanê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin