'Di serê Ûkraynayê de hejmara leskerên mirî û birîndar nêzî 500 hezarî bû'
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku di şerê Ukraynayê de heta niha nêzî 500 hezar leşker ji herdu aliyan hatine kuştin an jî birîndar bûne.
Di nûçeya rojnameya New York Times xwe dispêre derdorên hikûmeta Amerîkayê, di şerê ku bi êrîşa Rûsyayê di Sibata sala borî de destpê kiribû de, hat diyarkirin ku nêzî 300 hezar leşkerên Rûsyayê mirine û birîndar bûne û windahiyên Moskowayê ji yên Ûkraynayê zêdetir in.
Herwiha di nûçeyê de hat îdiakirin ku di şer de nêzî 120 hezar leşkerên Rûsyayê jiyana xwe ji dest dane û 170 heta 180 hezar leşker jî birîndar bûne. Li aliyê Ukraynayê jî hat ragihandin ku nêzî 70 hezar leşker mirine û ji 100 heta 120 hezar leşker jî birîndar bûne.
Di vê navberê de di daxuyaniya Sererkaniya Ukraynayê de hat ragihandin, li başûrê rojhilatê welat gundek ji dorpêça Rûsyayê hatiye rizgarkirin û ji 27ê Tîrmehê û vir ve ev serkeftina yekemîn e.
Serfermandariya Ukraynayê bal kişand ser wê yekê ku herêma navborî bi giranî ji aliyê Rûsan ve hatiye mayinkirin û artêşa Rûsyayê bi xurtî hêlên berevaniyê li wir xurt kiriye, Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê got, pêşveçûna li herêmeke wiha bêyî piştgiriya hewayî serkeftineke mezin e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin