Di rabûna lehiyê de li Afganistanê ji 300an zêdetir kes mirin

11 May 2024 17:06 0 dîtin
Di rabûna lehiyê de li Afganistanê ji 300an zêdetir kes mirin

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî beşa Bernama Gida ya Dinyayê (WFP) di ser hesabê xwe yê medya civakî de belav kir ku li bajarê Baxlanê bi sedema barîna barana zêde û rabûna lehiyê de ji 300an zêdetir kes mirine û hezar xanî hilweşiyane. WFP bi xwe ji mexdûrên lehiyê re alîkariyê belav kiriye.

Rêvebiriya Meterolojiyê ya Afganistanê hişyarî da ji bo parêzgehên Badxşan, Tahar, Baxlan, Pençşir, Laxman, Kunar, Nuristan û Nangerharê ku wê li wan deran barana bi şid bibare.

Vê sibê an ku di 11ê Gulana 2024an de, li bajarê Baxlanê zêde baran bariyaye, berdevkê bajêr Mela İlim Mucidi, ji bo TOLO Newsê ragihandiye ku di du rojên han de, bi sedema lehiyê 130 kes mirine û sed kes jî birîndar bûne.