Di rabûna lehiyê de 8 kes mirin û 21 kes wenda ne

01 May 2024 21:51 0 dîtin
Di rabûna lehiyê de 8 kes mirin û 21 kes wenda ne

PeyamaKurd – Li welatê Latîn Amerîkayê li Brezîlyayê li eyaleta Rio Grande do Sulê bi sedema barîna barana zêde lehî rabû û di encamê de 8 kes mirin û 21 kes wenda bûn. Gelek erebe jî bi pêlên lehiyê re di bin pêlên lehiyê de man.

Ji ber lehiyê, li dora 1.400 kes ji ciyên xwe hatin tehliyekirin. Parêzgerê yaletê Eduardo Leite ji bo kesên can dane sersaxiyê xwest û ragihand ku xebatên wan yên rizgarkirin û alîkariyan dewam dike.