Li Kongoyê di encama rabûna lehiyê de 430 kes mirin û bi hezaran kes wenda ne
PeyamaKurd – Li Komara Kongo ya Demokratîk ya li Afrîkayê li eyaleta Kivu ya başûr, li devera Kalehe bi sedema rabûna lehiyê jimara miriyan gihaye 430 kesan û ji 5 hezarî zêdetir kes wenda ne. Lehî ji 4 ê gulanê heya niha dewam dike. Bi taybetî li gundên Nyamukubi û Bushushuyê encam gelek xerabe û piraniya miriyan ji her dû gunda ne.
Li gor ragihandina rêvebirê parastina sîvîl yê Kaleheyê Delphin Mbirimbi ku ji rêxistinên sîvîl destekê xwestiye, ragihandiye û gotiye:
“Me 14 cesedên din jî dît. Jimara wendayiyan ji 5 hezar û 255an derbas bû. Ji desthilatê hinek alîkarî hat lê li gor pêdiviyan qiymeta wan tine. Xesar gelek zêdeye. Ji ber ava vexwarinê qirêjî bûye, talûka belavbûna nexweşînan heye.”
Li gor ragihandina medyayê; kesê bi navê Nsimire ragihandiye ku ji mirovên wî 60 kes di lehiyê de mirine û ji malbata wî tenê 11 kes mirine, di malên cîranan de dimînin û peydakirina xwarinê jî ji bo wan zahmete.
Kesê bi navê Rodriguez Lushisha, ji dewletê destekê xwestiye ku di felaketê de 7 kes ji malbata wî mirine ku di nav wan de dê, bav û 5 birayên wî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin