Ji ber baran û rabûna lehiyê 17 kes mirin
PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Hayber-Pahtunhvayê bi sedema barîna barana zêde banên xaniyan loşiyan, hinek xanî di bin hezê de man û di encamê de 17 kes jiyana xwe ji dest dan û 23 kes birîndar bûn.
Li gor ragihandina rojnama The Tribune; li eyaleta Hayber-Pahtunhva li deverên Peşawer, Lower Dir û Bajaur barana zêde hat û xanî roxiyan û hez li wan ket. Tîmên rizgarkirinê ragihandin ku li Peşawerê 7, li Lower Dîrê 3 kes bi temamî li eyaletê 17 kes mirine û 23 kes birîndar bûne.
Rayedar birîndaran şandine nexweşxanan da wan derman bikin.
Rewşa hewayê her weha li eyaletên Lahor, Belûcistan, Qaraçi û derverên bakûrê Pakistanê bandora xwe nîşan dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin