Li Sûdanê ji ber baran û lehiyê 32 kes mirin

05 August 2024 23:58 0 dîtin
Li Sûdanê ji ber baran û lehiyê 32 kes mirin

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Port Sûdanê ragihand ku ji meha Hezîranê heya niha li 7 eyaletên Sûdanê bi sedema baran û rabûna lehiyê 32 kes mirine û 107 kes birîndar bûne.

Li Sûdanê, her sal di navbera meha Temmûzê û Cotmehê de, ji ber baran zêde dibare û lehî radibe, ji sed kesan zêdetir xelk dimre, bi deh hezarî xanî xerab dibin, kargeh û araziyê çandiniyê zerarê dibînin. Li ser bobelata vê havînê, rêvebirê rewşa lezgîn yê wezareta tenduristiyê Muhammed Mahmud got:

“Ji 18 eyaletên me 7 eyalet di vê demsalê de bandora xwe ji baran û lehiyê girt. 32 mirî û 107 birîndarên me hene. 5 hezar û 575 xanî bi temamî an qismen hilweşiyan.”