Hejmara mirinên lehiyên barana mûsonê zêde bû
PeyamaKurd – Ji ber lehiyên barana Mûsonê ku ji 25ê Hezîranê ve li Pakistanê berdewam dibe, ji bilî mirina bi dehan kesan, ziyaneke mezin a madî çêbû.
Li gorî amarên dawî ji ber barana mûsonê li gelek herêmên Pakistanê lehî rabûne û heta niha herî kêm 113 kesan can daye.
Medya Pakistanê ragihandiye, li devera Hayber Pahtunhva bajarê Mansehra 5 kesan can da û li eyaleta Pencapê jî 7 kes ji ber lehî û karesata baranê jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku di nav 48 saetên dawî de, bi mirina 12 kesên din re hejmara kesên ji ber lehiyên barana mûsonê can daye gihîştiye 113 kesan.
Sala borî jî li Pakistanê 1739 kesan ji ber rabûna lehiyan can dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin