AFAD: Hejmara mirinên erdhejê 50 hezaran derbas kir…
PeyamaKurd - Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD) derbarê qurbaniyên erdhejên 6ê Sibatê de ragihand ku hejmara mirinan gihîştiye 50 hezar û 96 kesan.
Serokê AFADê Yunus Sezer eşkere kir, hejmara mirinên erdhejên 6ê Sibatê yên navenda wan bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê bû, gihîştiye 50 hezar û 96 kesan û 107 hezar û 204 kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku di lêpirsînên ser berpirsên çêkirina avahiyên di erdhejê de ruxaniye de jî 104 mutahît, 161 berpirsên avahiyê, 15 xwediyên avahiyan û 18 kesên ku di avahiyan de guherîn kirine, hatine girtin.
Di encama erdhejên 6ê Sibatê de, li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi deh hezaran avahî hilweşiyan û zêdetirî 2 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin