Hejmara mirinên erdhejê gihîstiye 45.968 kesan, 4.267 kes welatiyên Sûrî ne
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, hejmara mirinên erdhejên 6ê Sibatê yên navenda wan Mereş bû û li 11 bajaran bandor kiribû eşkere kir.
Suleyman Soylu li Navenda Kordînasyona Serokatiya Rewşên Lezgîn û Afatan (AFAD) ya li Hatayê, bi civîneke rojnamevanî ragihand ku hejmara kesên ji ber erdhejê can dane dane, gihîştiye 45 hezar û 968 kesan ku ji wan 4 hezar û 267 kes welatiyên Sûrîyê ne.
Soylu di civînê de red kir ku krîza ava vexwarinê li Hatayê heye û got, “Eşkere ye ku bi mebestên siyasî, hewl tên dayîn ku hevalên me yên li vir bêhêvî bikin.”
Piştî erdhejên mezin ên Mereşê, rakirina enqazên bi hezaran avahiyan berdewam dike ku bandora erdhejê li zêdetirî 14 milyon kesan bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin