Tirkiye | Hejmara girtinên pistî erdhejê gihîst 279 kesan

12 March 2023 16:17 0 dîtin
Tirkiye | Hejmara girtinên pistî erdhejê gihîst 279 kesan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di lêpirsîna erdhejên 6ê Sibatê de, hejmara gumanbarên avahiyên hilweşiyayî gihîştiye 1171 kesan û 279 kes jî hatine girtin.

Piştî felaketa erdhejê ya Mereşê ku bandor li ser 11 bajaran kiribû û heta niha mirina nêzîkî 50 hezar kesan di bin kavilên avahiyan de, hatiye tomarkirin, Wezareta Dadê ya Tirkiyê, li ser kesên di çêkirina avahiyan de sextekarî û xemsarî kirine lêpirsîn dabû destpêkirin.

Hat ragihandin ku heta 12ê Adara 2023an hejmara kesên girtî yên di çêkirina xanî û avahiyan de xemsariya wan heye gihîştiye 279 kesan ku 99 kes muteahîd, 149 berpirsên avahiyan, 13 kes jî xwediyê avahiyan in û 18 kes jî kesên di avahiyan de guhertin kirine.

Herwiha ji bo 250 kesên din jî biryara desteserkirinê hatiye derxistin. Hatiye diyarkirin ku 50 gumanbaran can daye, 22 gumanbar li derveyî Tirkiyê ne û 103 kes jî piştî wergirtina îfadeya wan hatine berdan.