Di hejmara pêketinên korona de Tirkiye pistî Rûsyayê bû duyemîn
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê amarên rewşa dawî ya vîrusa koronayê (Covid-19) eşkere kirin.
Li gorî amarên îro Rûsya li cîhanê bi hejmara 28 û hezar 80 pêketiyan bû yekemîn û Tirkiye jî bi 26 hezar û 919 kesan ket rêza duyemîn.
Li gorî tabloya îro 13ê Kanûnê ya wezareta tenduristiyê, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 213 nexweşên koronayê can dane û testa 26 hezar û 919 kesan jî pozîtîf derketiye.
Bi van amarên dawî yên fermî re, hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 1 milyon û 836 hezar kesan û hejmara mirina jî bû 16 hezar û 417 kes.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin