Li Brîtanya hejmara pêketinên korona car din bilind dibe

17 June 2021 19:22 0 dîtin
Li Brîtanya hejmara pêketinên korona car din bilind dibe

PeyamaKurd – Li Brîtanyayê piştî demeke dirêj careke din hejmara pêketinên vîrusa koronayê bilind dibe û digihe amarên meha Sibatê.

Hikûmeta Brîtanya ragihandiye ku doh 16ê Hezîranê 9 hezar û 55 kesên din bi koronayê ketine ku ev hejmar ji meha Sibatê ve hejmara herî zêde ye.

Li demeke ku tedbîr û sînordarkirinên bo belavbûna koronayê têne sistkirin, zêdebûna hejmaran careke din hişt ku zingilê metirsiyê lêbide.

Berpirsên Brîtanî guman dikin ku sedema zêdebûna pêketiyan cûreya Hindistanê ya vîrusê ye ku zûtir belav dibe.

Li gorî amarên dawî li Brîtanya 4,6 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 128,190 kes pê mirine.