Li Kurdistanê hejmara pêketinên mûtasyona koronayê zêde bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmara pêketinên vîrusa korona ya cûreya nû li Herêma Kurdistanê gihîşt 15 kesan.
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro 22yê Sibatê nav rojê ragihandibû ku 9 pêketinên mutasyona Covid-19 hatine tespîtkirin.
Rêveberê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed piştre ragihand ku 14 haletên pêketina cûreya nû ya koronayê li Hewlêrê hatine tomarkirin.
Dr. Dilovan Mihemed da zanîn ku li Hewlêrê 14 kesên bi mutasyona koronaya ketine, 7 ji wan ji derve vegeriyane Hewlêrê û 7 kesên din jî li Hewlêrê bûn.
Hat eşkerekirin ku niha hejmara pêketinên cûreya nû ya koronayê li Herêma Kurdistanê gihîştiye 15 kesan û pişkinînên ji bo tesbîtkirina wê hê jî berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin