Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinên Covid-19 zêde dibe: 149 pêketiyên nû hene

02 September 2021 16:58 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinên Covid-19 zêde dibe: 149 pêketiyên nû hene

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di nav 24 saetên borî de 149 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Dr. Mistefa herwiha eşkere kir, 2 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa koronayê ketine gihiştiye 20798 kesan, ji wan 1960 kes baş bûne û 788 kesan jî wefat kiriye.