Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê zêde dibe
PeyamaKurd – Di çend rojên dawî de li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinên bi vîrusa koronayê zêde dibe ku li gorî amarên dawî di 24 saetên borî de 277 kesên din pê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir,di nav 24 saetên borî de, 277 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Dr. Mistefa herwiha da zanîn ku 5 pêketiyên berê jî baş bûne
Li Rojavayê Kurdistanê li gorî amarên fermî heta niha 22 hezar û 333 kes bi koronayê ketine, ji wan 1996 kes baş bûne û 797 kesan jî wefat kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin