Li Rojavayê Kurdistanê hejmara mirinên ji koronayê zêde dibin

13 September 2021 18:27 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara mirinên ji koronayê zêde dibin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 5 kesan ji ber nexweşiya vîrusa koronayê can dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin û eşkere kir, 5 kes ji ber koronayê mirine.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 146 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kes jî baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 23104 kesan, ji wan 2019 kes baş bûne û 809 kes jî mirine.