Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê zêde bûn
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin destê Rêveberiya Xweser de, 63 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û du kesan can dan.
Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên derbasbûyî de, 63 kesên din tûşî vîrusa Koronayê bûne, 30 kes ji wan zilam û 33 kes jî jin in.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, 6 kes li Hesekê, 8 kes li Qamişlo, 12 kes li Dêrikê, 6 kes li Amûdê, 5 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Çil Axa, kesek li Rimêlanê, 12 kes li Reqayê, 8 kes li Dêrezorê, 2 kes li Kobanî û kesek li Tebqayê bi vîrusa Koronayê ketine.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir, ku di 24 saetên borî de, du kes ji nexweşên Koronayê can dane, ji bajarê Dêrikê ne û yek zilam û yek jî jin e.
Herwiha ji do, heta îro 18 kes ji nexweşên Koronayê jî li Rojavayê Kurdistanê baş bûne.
Bi amarên dawî, hejmara kesên ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine, gihîşt 966 kesan, ku 48 kes ji wan can dane û 309 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin