Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê kêm dibe: 5 pêketîyên nû hene
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên vîrûsa koronayê eşkere kir.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên borî de tenê 5 pêketiyên nû yên koronayê hatine tomarkirin.
Herwiha Desteya Tenduristiyê diyar kiriye ku di 24 demjimêrên borî de, ti kes ji ber koronayê nemiriye.
Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê heta niha bi koronayê ketine li gorî daxuyaniyên fermî gihîştiye 37266 kesan, ji wan 2516 kes baş bûne û 1514 kes jî mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin