Li Rojavayê Kurdistanê 21 wefat û 126 pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin

08 November 2021 17:33 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê 21 wefat û 126 pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin deshilatdariya Rêveberiya Xweser de, hejmara mirinên ji ber vîrusa koronayê gihîşt asteke bilind ku rojane bi ser 20 kesan dimirin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe ya îro Duşemê de ragihand ku ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 21 kesên din can dane û 126 pêketiyên nû hatine tomarkirin.

Herwiha hat eşkere kirin ku 3 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê li gorî daxuyaniyên fermî hejmara pêketiyan gihîşt 36576 kesan, ji wan 2478 kes baş bûne û 1453 kes jî mirine.