Li Rojavayê Kurdistanê 5 wefat û 240 pêketiyên nû hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê rewşa 24 saetên dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di 24 saetên borî de, 5 kesên din ji ber koronayê can dane û 240 pêketiyên nû hatine tomarkirin.
Herwiha hat ragihandin 6 kes jî ji nexweşiya koronayê baş bûne
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 28790 kesan, ji wan 2197 kes baş bûne û 958 kes jî mirine.
Hêjayî gotinê, ji ber zêdebûna pêketî û mirinan Rêveberiya Xweser qedexeya giştî ragihandiye ku niha dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin