Li Rojavayê Kurdistanê 10 wefat û 170 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

23 September 2021 20:39 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê 10 wefat û 170 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin deshilata Rêveberiya Xweser de, di nav 24 saetên borî de 170 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 10 kes jî mirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 saetên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û eşkere kir; 170 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 11 kes li Hesekê, 100 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, 8 kes li Amûdê, 8 kes li Rimêlan, 1 kes li Cil Axa, 26 kes li Reqayê, 8 kes li Tebqayê, 1 kes li Kampa Rojê û 3 kes li Kampa Newrozê ne.

Dr. Mistefa herwiha diyar kir ku di nav 24 saetên borî de 10 jî ji ber nexweşiyê mirine.

Li Rojavayê Kurdistanê li gorî agahiyên fermî heta niha 25749 kes bi koronayê ketine, ji wan 2093 kes baş bûne û 873 kes jî mirine.