Li Rojavayê Kurdistanê 10 wefat û 254 pêketiyên nû yên koronayê hatin eskere kirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 10 kesên din li herêmên wan ji ber koronayê can dane, 254 pêketiyên nû hatine tomarkirin û 6 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 29619 kesan, ji wan 2219 kes baş bûne û 988 kes jî mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin