Li Rojavayê Kurdistanê 10 wefat û 73 pêketiyên nû hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku di 24 saetên dawî de li herêmê 10 nexweşên koronayê can dane û 73 kesên din jî pê ketine.
Di daxuyaniya îro ya rewşa vîrusa koronayê de Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 73 kesên bi Koronayê ketine 41 mêr û 32 jin in û li van herêman in: Hesekê: 13, Qamişlo: 7, Dêrik: 3, Dirbêsiyê: 5, Amûdê: 2, Reqa: 20, Dêrazor: 23 kes in ku 14 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser hejmara pêketinên koronayê gihîşt 16 hezar û 184 kesan, ya mirinan bû 615 kes û heta niha hezar û 654 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin