Bombebarana Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê didome: Hejmara kustî û birîndaran zêde dibe

25 December 2023 19:08 0 dîtin
Bombebarana Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê didome: Hejmara kustî û birîndaran zêde dibe

PeyamaKurd – Balafirên bêmirov ên bi çek ên Tirkiyê îro 25ê Kanûnê êrîşeke berfireh li ser bajarên Qamişlo, Amûdê û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê dan destpêkirin ku kuştî û birîndarên sivîl hene.

Li gorî zanyariyên xwecihî, di êrîşan de westgehên petrol û enerjiyê, kargehên sivîl, nexweşxane, deverên pîşesaziyê û gelek xalên din ên binesaziya bajarên Qamişlo, Amûdê û Kobanê hatin armanckirin û ji kar ketin.

Çavkaniyên herêmê radigihînin ku heta niha 6 kesan di êrîşan de can daye û 10 kesên din jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyê doh jî du cih li Kobanê, gundewarê Şêrewa ya Efrînê û kargeha Zeytûnê ya Rohalat li Amûdê û hejmareke cihên din ên Rojavayê Kurdistanê kiribûn armanc.

Herwiha 23yê Kanûnê jî artêşa Tirkiyeyê westegha petrolê ya Seîdê û zeviya Ewdayê li Tirbesipiyê û navenda elektirîkê ya gundê Bane Şikeftê li Dêrikê bombebaran kiribû.

Hêjayî gotinê ye, pêla nû ya êrîşên Tirkiyê piştî kuştina hejmarek leşkerên Tirk li nav sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê PKKê ve hate destpêkirin ku wekî tolhildan ev êrîş têne kirin.