Sewqiyata Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê didome
PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê hêzeke leşkerî ku ji wesayîtên zirxî û serbazan pêk dihat, şand herêmên li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê.
Li gor medyaya Tirkiyê, karwanê leşkerî ku ji wesayîtên zirxî û serbazan pêk dihat, ji bajarên cuda yên Tirkiyê weke piştevanî bo yekîneyên ser sînor gehişte bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê.
Karwanê demjimêrên şevê di bin tevdîrên ewlekariyê de, gehişte xeta sînorî ya navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê, çû Deriyê Sînorî yê Oncupinarê, dûv re ber bi xeta sînor dewam kir.
Hat ragihandin, leşker û wesayîtên zirxî wekî piştevanî ji bo yekîneyên Tirkiyê yên li ser sînor hatine şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin