Soylu: Em ê ‘Rojavayê Kurdistanê’ heta 30-40 km tevlî sînorên Tirkiyê bikin
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, di konferansa balyozan a li Enqerê hat lidarxistin de, penaberan û operasyona muhtemel a ser Rojavayê Kurdistanê de axivî.
Suylu li ser mijara penaberan rexne li welatên Rojava girtin û eşkere kir, li Tirkiyê 400 hezar penaxwaz hene ku welatên ewropî vê wekî meseleya koçê nabînin û tenê wekî pirsgirêka ewlekariyê dinirxînin.
Wezîrê Tirk di axaftina xwe de derbar operasyona muhtemel a ser Rojavayê Kurdistanê jî mebesta Tirkiyê eşkere kir û wiha axivî:
"Bi taybetî li aliyê Sûriyê wê bi piştevaniya Amerîka û Ewropayê PKK/PYD hewl bidin hebûna xwe berdewam bikin. Em ê hemû herêma ku tevlî sînorên Tirkiyê hatiye kirin, bigirin. Em ê heta 25-30-40 kîlometreyan biçin, wekî Qendîlê navend û baregehên terorê ji holê rakin û hewl bidin valahiya ewlehiya xwe heta bikarin tije bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin