Qasim Seso: Heta niha herî kêm 900 çekdarên PKKê yên li Singalê tevlî Pêsmerge bûne
PeyamaKurd - Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo daye xuyakirin ku çekdarên PKKê jê hêvî bûne û berê xwe didin nav refên Pêşmerge.
Fermandar Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, hatina çekdarên PKKê ya nav refên Pêşmerge berdewam e û roj bi roj zêde dibe.
Qasim Şeşo eşkere kiriye, heta niha herî kêm 900 çekdarên PKKê tevlî refên Pêşmerge bûne daye zanîn, “Eger em rê bidin dê hîn zêdetir bên.”
Şeşo destnîşan kiriye ku çekdarên PKKê bê hêvî bûne û gotiye, ji ber ku niha mûçe û alîkariya darayî nade wan û wan bi zorê dibe Sûriyê û dixe nav şer û dide kuştin, ji ber wê jî ji PKKê bê hêvî bûne û naxwazin jiyana xwe bixin metirsiyê, loma berê xwe didin nav refên Pêşmerge.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin